Eliyev di daxuyaniya civîna konseya ewlehiya neteweyî de îdia kir ku Îranê "êrîşek terorîstî" li ser axa Azerbaycanê pêk aniye. Eliyev diyar kir ku wî talîmata amadekariya bersivdanê daye artêşa Azerbaycan.
Li gorî rêveberiya Bakuyê, êrîş li Komara Xweser a Nexçivanê ya Azerbaycanê pêk hat. Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê ragihand ku çar balafirên bê mirov ji hêla Îranê ve hatine û yek ji wan ji hêla pergalêa parastina hewayî ve hatiye xistin.
Wezaretê ragihand ku balafirên din binesaziya sivîl hedef girtine, yek li termînala Balafirgeha Nexçivanê ketiye û yek jî li nêzî dibistanek li gundê Çakarabadê teqiyaye. Hat ragihandin ku di bûyerê de çar kes birîndar bûne.
Serokê beşa lezgîn a nexweşxaneyek li Nexçivanê diyar kir ku birîndar ji ber trawmaya serî tê dermankirin.
TIRKIYE ŞERMEZAR KIR
Her wiha Tirkiyeyê ragihand ku ew êrîşa Îranê ya bi droneyan li ser Azerbaycanê "bi tundî şermezar dike".
ÎRANÊ DEREWAND, ÎSRAÎLÊ TAWANBAR KIR
Rêveberiya Tehranê îdiayên ku ew li pişt êrîşê ye red kir û Îsraîla ku hevalbendê Azerbaycanê ye, sûcdar kir.
Piştî bûyerê, Wezareta Karên Derve ya Azerbaycanê bang balyozê Îranê yê Bakûyê kir.